BANGAWAZI: 9 sal Şoreşa Rojava – EM Ê DI BERXWEDANÊ DE BI YEK BIN

 

– 9 sal Şoreşa Rojava –

EM Ê DI BERXWEDANÊ DE BI YEK BIN

Piştgirî bidin berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê û gelê Rojava

Di 19‘ê Tîrmehê 2012‘an gelê Kobanê qedera xwe bi destê xwe xist û leşker û rêveberên rêjîma û Assad ji xaka xwe qewtandin. Bi vî awayî gel dest bi avakirina xwerêveberiya xwe kir. Roja piştî vê, di 20‘ê Tîrmehê de gelê Efrînê jî bi heman rengî gav avêt û mehên li pey wê gelê Cizîrê jî gav bi gav herêmên xwe rizgarkirin. Li ser vê demê 9 sal derbasbûn.

Rojava têkoşînekê ji bo me hemuyan e

Di van 9 salan de Rojava bi gellek êrîşên dijwar ve rû bi rû ma û îro jî di bin tehdîtê de ye. Êrîşên cûr bi cûr ên fizîkî-leşkerî, aborî, îdeolojîk-çandî, civakî û dîplomatîk-politîk di nava hev de hatin meşandin. Rojava û Tevgera Azadiyê li çar perçeyên Kurdistanê di nava van şert û mercên zor ên van 9 salên dawî de mîna mertalek li beramberî faşîzmê xwe îspatkirin. DAÎŞ bi serkeftî hat têkbirin û xeta serbixwe a gel, ku nabe tarafdarê hêzekê dîtir ê herêmî û navnetewî, hatiye parastin Ji ber vê Rojava têkoşînekê ji bo me hemuyan e, nîşana hêviyê ye. Îspat û sembolekê ku di sedsala 21‘êmîn de gelên bindest hîn jî dikarin qedera xwe bi destê xwe bixin û dîroka xwe ya rizgariyê bi xwe binivîsin.

Rojava şoreşekê ji bo me hemuyan e

Rojava wekî şoreşa avakirina jiyanekê azad xwe daye rûnişkandin. Di vê şoreşa sosyalîst a sedsala 21‘êmîn de cih ji her kesî re heye. Îro li vir, cihekê ku bi sedan salan ji aliyê mêtingeriyê, netewperestî û nîjadperestî ve hatiye talankirin û fetisandin, kurd, ereb, ermen, aşurî, suryanî, misilman û xristyan bi hevre jiyandikin û hewldidin dunya xwe ji nû ve avabikin. Rojava şoreşekê ji bo me hemuyan e, rê li pêşiya me nîşan dide ji bo azadiya jin, hilberandina ekolojîk û demokrasiyekê ji xwe bawer. Rojava îspara ku kapîtalîzm „dawiya dîrokê“ nîne, lê em dîrok bi xwe dinivîsin û em dikarin ji kapîtalîzmê bibihûrin.

Efrîn, Serêkaniyê, Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşîn – Berxwedana antî-faşîst

Ruxme ku ji aliyê erdnîgariyê ve piçûk xuyabike jî, Rojava û şoreşa Kurdistanê di bin tehdîtên û xeteriyên ciddî de ye. Çima? Ji ber ku ya heyî lêpirsîn dike û alternatîf diafirîne. Yên faşîst û emperyalîst jê ditirsin, ji ber ku ji hebûn û desthilatdariya wan re xeteri ye. Ji ber vê jî çi ji destê wan tê dikin da ku mîsogeriya şoreşê, PKK û gerîla, tunebikin. Êrîşa ji aliyê dewleta tirk a faşîst li ser çiyayên rizgarkirî yên Herêmên Parastina Medya êrîşekê li ser tevahî destkeftiyên şoreşê ye. Çawa ku Rojava di eniyên Efrîn, Serêkaniyê û GirêSpî de berdewam tê parastin, îro bi taybetî li Metîna, Zap û Avaşînê tê parastin.

Gerîla, Gel û piştgiriya navnetewî

Serkeftina li hemberî faşîzmê ne dûr e. Ev serkeftin îro û niha mumkin e, heger em fêmbikin ku ti ferq û cudahî navbera gerîla û Rojava de nîne. Em bibînin ku her êrîşekê li ser gerîla di heman demê de êrîşekê li ser Rojava ye. Gerîla, gelê Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê berxwedidin. Ev berxwedanekê li hemberî faşîzm û mêtingeri ye, berxwedanekê ji bo serxwebûn û jiyanekê azad û bi rûmet. Li gorî vê divê em jî îro şoreşê di qada navnetewî de biparêzin. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.

Di salvegera 9‘êmîn a Şoreşa Rojava de bi rihê berxwedana gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê de em bang li wê dikin saziyên dewleta tirk û alîkarên wê îşqal bikin, bidin sekinandin. Çalakiyên afrîner bikin.

Ji 17‘ê heta 19‘ê Tîrmehê em ji bo piştgiriya gerîla, pîrozkirina rojbûna şoreşê û li dijî faşîzmê dakevin kolanan. Em bi hev re di 19‘ê mehê de sektora turîsmê a dewleta tirk bi çalakiyên afrîner hedef bikin.

Em di berxwdanê de bi yek bin!

Bi hev re em faşîzma tirk biruxînin!

Bi hev re em Rojava Biparêzin!

Bi hev re em ê Kurdistanê biparêzin!

Kampanya RiseUp4Rojava

Komîna Enternasyonalîst a Rojavay

Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst

Scroll to Top