Daxuyaniya beşdarbûna pêngava “Dem Dema Azadi ye!“ ya kampanya RiseUp4Rojava

 

Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re! Dem Dema Azadi ye!“

Bi navê rêxistinbûn û kampanyaya RiseUP4Rojava em piştgiriya xwe ji bo pengava nû ya KCK‘ê „Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re! Dem Dema Azadi ye!“ radigihînin. Li ser vê bingehê jî em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiyên 10‘ê Cotmehê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan bibin, em bang dikin ku li dijî tecrîdê serî hildin!

Di 15‘ê Tebaxê de me bangê ji bo berxwedanekê berdewamî kir û niha jî em xwe ji bo Hefteya Çalakiyan a Navnetewî ji 1‘ê heta 8‘ê Mijdarê amadedikin. Êdî divê em gavavêtin û insyatîfên bi vî rengî yên şoreşger û antî-faşîst ji Kurdistanê heya tevahî cîhanê mîna ku yek in fêm bikin. Bi hev re em bi hêz in û bi yekbûna xwe emê faşîzma Tirkiye birûxînin, dawî li dagirkeriyê li ser Kurdistanê bînin û jiyanekê baştir avabikin. Esîrgirtin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan li Imraliyê ne tenê ji her alî ve tersî qanûnên navnetewî ye, lê maneya wê ji vê zêdetir e. Jixwe sîstema Imralî bi xwe mînaka herî baş e ku desthilatdarên vê cîhanê qanûnên ku bi xwe derxistine jî ciddî nagirin, lê li gorî xwe pêktînin yan jî pêknayinin. Gelê Kurd vê rewşê mîna esîrgirtina xwe û tecrîdkirina xwe pênase dike. Ji bo gelên têkoşer ên herêmê azadî bê azadiya Abdullah Ocalan ne mimkun e.

Ji tecrîda li Imraliyê, dagirkerî û şerê ku li dijî hêzên şoreşger ên li herêmê tê pêşxistin û ji piştgiriya navnetewî ji bo rejîma Tirk a faşîst, ku her diçe berdewam dike, tê fêm kirin ku konseptekê navnetewî li hemberî şoreşê li ser karê, da ku hêzên şoreşger zayîf û marjînal bibin û perspektîfên hêvîdar ên ku ji vê şoreşê ji bo tevahî gelên bindest derdikevin werin şikandin. Ji ber vê em divê navnetewî yek bin û hevgiritina xwe pêşbixînin û bi vî awayî li hemberî faşîzm, emperyalîzm û kapîtalîzmê têkoşîn bikin, jiyanekê azad avabikin. Yekitiya me, piştgirî û hevgirtina me, di destê me de silaha me ya herî mezin, xurt û bi bandor e. Pêwîste ku em vê silaha xwe bikarbînin. Ji bo vê em piştgiriya xwe ji bo pengava KCK îlan dikin û em bang dikin ku herkes di 10‘ê Cotmehê beşdarî „Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî“ bibe.

Bi hev re em ê tecrîda li Îmralî û tecrîda li ser gelê kurd bişkînin! Bi hev re em ê faşîzma tirk hilweşînin!

Li dijî faşîzmê Serî Hildin!

Li dijî tecrîdê Serî Hildin!

Rise Up 4 Rojava!

Kampanya RiseUp4Rojava,

08.10.2020

 

1. Banga KCK: https://anfkurdi.com/kurdistan/kck-bes-e-ji-tecrid-fasizm-u-dagirkeriye-re-dem-dema-azadiye-y-132335

2. KCDK-E bangawazî û bernameya çalakiyên 10‘ê Cotmehê: https://anfkurdi.com/rojane/kcdk-e-ji-bo-azadiya-ocalan-di-10-e-cotmehe-de-em-dakevin-qadan-133407

Scroll to Top