Di berxwedanê de yek bin! Daxuyaniya piştgiriya têkoşîna Dimitris Koufontinas, 01.03.2021

 

Di berxwedanê de yek bin!

Daxuyaniya piştgiriya têkoşîna Dimitris Koufontinas

Di sala 1981‘an de, tam 40 sal beriya roja îro, di nava dilê împaratoriya berê ya Brîtanyayê de desthilatdarekê bi navê Margaret Thatcher îdolojiya bi navê Neo-Lîberalîzm bi parzemîna Ewrupa re da naskirin. Wê bibuya zihniyeta nû ya kapîtalîzma demê û wê li seranserî cîhanê belav bibuya, lê di serî de wê karaktera xwe ya bêrehm ji herkesekî berxwedêr re diyarkirin. Cenazeyên 10 girtiyên berxwedêr ên îrlandî ku di greva birçîbûnê de bûn, Bobby Sands di nav de, bûn nîşaneya sîstemekê ku qanûnên xwe bi xwe binpêdike û esas nagire.

Yunanîsatan

Îro em dibin şahidê heman çîrokê: Hikumetekê neo-lîberal mafên bingehîn ên girtiyekê berxwedêr înkar dike ku di demên derbasbuyî de li dijî vê sîstema bêedalet têkoşiyaye. Dimitris Koufontinas endamê rêxistina gerîlayê bajêr bi navê 17‘ê Mijdarê û ji sala 2001‘an ve girtiye, piştî 53 rojên greva birçîbûnê û 7 rojên rojiya mirinê nêzî şehadetê buye. Ihtîmalek mezin heye ku di van saetên pêşiya me de jiyana xwe ji dest bide. Daxwaza wî bi tenê derbasbûna zindana ku ev 19 salên dawî têda buye.

Tirkiye

Ji Yunanîstanê ne dûr e, li zindanên dewleta tirk a faşîst, zindanên rêjîma dîktatorê Erdoğan bi sedan girtiyên siyasî, endamên PKK û PAJK‘ê ji Mijdara 2020‘an di nava greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne. Hedefa wan bi dawîanîna tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bidawanîna şert û mercên sîstema îşkence û zilma zindanên Tirkiye ye.

Di demekî de ku pandemiya Korona tevahî mafên mirovan, ku di demên borî de bi êş û xwîn hatin bidestxistin, dixe nava metirsiye em rûbirûyî alozî û têkoşînekê dijwar in. Divê em xwe bêçare nehêlin û di bin şertên herî zor ên şer, feqîrtî û zilmê de têkoşîna xwe bilind bikin.

Sehadeta însanekê têkoşer mîna Dimitris Koufontinas wê bibe windahiyekê mezin ji bo mirovatî û tevgerên berxwedêr. Îrade û girêdanbûna Dimtris û ya gellek rêhevalên me yên dîtir ku berê jiyana xwe di zindanan de ji dest dane ji bo me çavkaniya hêz û hêviyê ne. Ew dihêlin ku em di mirovbûnê û berxwedanê bi îsrar bin. Hemu jiyana xwe de heta roja îro Dimitris bi pîvan û hedefên xwe yên antî-emperyalîst û azadîxwaz re girêdayî maye. Berxwedana wî berdewama rihê şehîdên mîna Zulkuf Gezen û rêhevalên wî yên ku di rojiya mirinê ya 2019‘an de li zindanên dewleta Tirk tevlî karwanê şehîdan bûne. Em rêz û hurmeta xwe ji bo Dimitris û jiyana wî ya berxwedêr re nîşan didin û diyar dikin. Mîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ew jî dizane ku berxwedan jiyan e û ji jiyanê ewqasa hezdike ku amade ye xwe ji bo wê jî feda bike.

Em bang li herkesî dikin da ku aktîf bibin û helwest raber bikin – hîn wextê wê derbas ne buye!

Kampanya RiseUp4Rojava,

01.03.2021

Scroll to Top