Bangawazi Ji bo rojên çalakiyê 18 û 19ê Tîrmehê

Em, wekî Women Defend Rojava, komîna enternasyonalîst, Make Rojava Green Again, û RiseUp4Rojava,  ji rojên 18 û 19ê Tîrmehê li dijî metingerî, faşîzm û hilweşandina ekolojî û her cûreyên zilmê bang dikin. Em ê xwepêşandanê bikin, li seranserê cîhanê dagir bikin û asteng bikin, bi şêwazên afirîner protesto bikin û tekoşîna me ya hevbeş a dijî-faşîst bi cepheyekê nişan. Yên ku ji me re jiyana bi rûmet û azadiyê nehêlin, bila bizanin ka em çi difikirin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku tevlî van rojên çalakiyê bibin û wan bi me re parve bikin!

We RISE UP 4 THE REVOLUTION!

Şoreşa li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dê biser bikeve – faşîzm were şikandin.

Bijî hevgirtina navneteweyî!

PDF: ku_Call by Women Defend Rojava, Internationalist Commune and RiseUp4Rojava_18-19 July2020

RiseUp 4 şoreşe / RiseUp 4 The Revolution!

– Li dijî metingerî, faşîzm û baviksalarî, tunekirina ekolojîk û her cûreyên zordariyê li seranserê cîhanê –

19ê Tîrmehê – 8emîn salvegera şoreşa Rojava; Şoreşa Nicaraguan û Espanyayê

19ê Tîrmehê ji bo tevahiya cîhanê rojek girîng e; ne tenê di dîrokê de, lê di heman demê de di dema me û dema peş de jî; ji bo hemû kesên ku li dijî faşîzmê têdikoşin û cîhana ku em dixwazin ava bikin girîng e!

Di 19ê Tîrmehê de, 8 sal berê, li Kobanê, Rojavayê, şoreşa herî mezin a sedsala 21’min dest pê kir ê ku pêşketinekê bêhempar li dijî faşîzme îfade dike. Şoreşa Rojava ji bo perçeyên din ên Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê tîrêjên hêviyê ne. Bingeha a vê şoreşê azadiya jinê ye. Rojava şoreşa jinê ye. Ev mînaka civakekê demokratîk û ekolojîk ku bi hêza jinên azad û li gorî fikrên konfederalîzma demokratîk, ku ji hêla Abdullah Öcalan ve hatî pêşniyaz kirin, ava dibe. Li vir li Rojava/Bakurê Sûriyê, rastiyek tê jiyîn, ku jin, ciwan, gel û olên di nava pergala konfederal a xweser de qeder jiyana xwe diyar dikin û li dijî hêzên ku bi dehsalan li me zordarî kirin, werin ba hev û – bi tevgera berxwedana cîhanî re – biserkevin.

Dîrok nîşanî me da ku em ê serfiraz bibin ger em bi hev re rabin û şer bikin, têkiliyan ava bikin, ji hev fêr bibin û bi serhildanên dîrokî û heyî bibin yek!

Di vê rojê de, ji ber vê yekê, bila em serhildana li dijî faşîzmê li Nîkaragua di 1979 de pîroz bikin.Piştî têkoşînek dûr û dirêj, dîktatoriya leşkerî ya faşîst a malbata Somoza têk çû û rê ji siyaseta sosyalîst re vebû, û bi pêşkeftinên mezin di warên perwerde û çandiniyê awa bun.Hem şoreşa Nîkaraguayê û hem jî şoreşa Rojava li pey mîrateya navneteweyî û têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ne, li mile bîrdozî û pratîkî ve ji hêla serhildanên din ên berê û yên heyî ve têne bandor kirin.

19ê Tîrmeha 1936 de li dijî hewla derbeya faşîst a ku ji hêla tevgera netewperest a li dewleta espanî ve hatî meşandin,em ê ti caran ji bîr nakin û di şopên serhildana çîna karkeran bimeşin.

Bi çekên di destên gel de, çîna karker faşîzmê li bajarên sereke binxist û şoreşa civakî li Katalonya û Aragonê ragihand. Berxwedana qehreman û tekoşîna navnetewî ya hevpar bi 50,000 dilxwazan di nava tabûrên enternasyonalîst mînakekê ji bona têkoşîna me ya îro ye.

Bi sedan dilxwazên ji çar aliyên cîhanê îro beşdarî tekoşîna şoreşê ya li Rojava/Bakurê Sûriyê dibin. Ew têne ku fêr bibin û beşdarî şoreşa jinê bibin, ku azadkirina zayendî wekî bingeha avakirina cîhanek bêyî faşîzmê li her deverê, her dem, digrin; bi têgihiştina ku pêşkeftina baviksalarî di seranserê dîrokê de, pergala me ya zordariyê îro aniye de. Bi hevra tevgera berxwedana cîhanî, em li dijî faşîzmê têkoşînek hevbeş in, model kirin li ser hêzen navneteweyî, şerê li dijî metingerî û emperyalîzma li Cezayîr, Kuba, Nîkaragua, Viyetnam û serhildanên bêhejmar li dijî modernîteya kapîtalîst û bi vî rengî emperyalîzm û tevahiya cîhane ne. Bêyî ku zîhniyeta baviksalarî were derbaskirin, em ê nikaribin kapîtalîzm, kolonyalîzm û faşîzmê têk bibin.

Modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst di dema îro de

Du pergalên bingehîn di nava pêvçûnê de ne; pergala modernîteya kapîtalîst, yê ku piştgirî dide rabûna faşîzmê; û pergala modernîteya demokratîk bi hemû hêzên azadîxwaz, diji-kapîtalîst, diji-emperyalîst û hêzên navneteweyî yên cîhanî! Moderniteya kapîtalîst û faşîzma li Rojhilata Navîn di forma DAESH û dewleta faşîst a Tirkiyê de, bi hemû alîgirên xwe yên cîhanî re, xwe nişan dide. Bi taybeti bi emperyalîzma DYE û koalîsyona navneteweyî ya berfireh a bi NATO re. Lê hêzên modernîteya demokratîk, ya pêşîn jî rola pêşeng a ciwan, jin, gelên bindest û karkeran, hewldanên qirkirin û dagirkirinê qebûl nakin û şerê xwe bidomînin û li ser alternatîfek ku em dixwazin bijîn, avadikin!

Bi taybetî di demekê de ku hewl tê dayin ku dagirkeriya li seranserê Kurdistanê bi kiryarên leşkerî û bombeyên rojane, bi mebest têkbirina şoreşa herî mezin a sedsala 21-an, dagir bike;

di demekê de ku kolonyalîzm û faşîzm li holê ye û eşkere xwe wekî parçeyek hevgirtî ya hemî dewletên netewe li seranserê cîhanê vedibêje, û Covid-19 jî wekî pêşgîriyek ji bo tedbîrên otorîter tête bikar anîn;

di demekê de ku tundûtûjiya polîsên nijadperest, êrişên nijadperestî li çaraliyê cîhanê zêde dibe, wek mînak di kuştina nijadperest a George Floyd li Dewletên Yekbûyî, êrişên nijadperest li Hanau ya li Almanya û rewşa cîhanî ya penaberên li ser sînoran û li kampan temaşe bikin;

di demên ku femînîzm di bin êrişê de ye, wek bombebaranên dawî yên dewleta faşîst a Tirkiyê li Kobanê nîşan da, kuştina çalakvanên jin ku dixebitin ku xwe rêxistin bikin û azad bikin jin e, û di demên ku zîhniyeta baviksalarî her roj li seranserê cîhanê jin dikujin;

di demekê de ku hilweşîna ekolojîk a gerdûne me gihîştî rewşeke wisa û berjewendîyên kapîtalîst li ser hewcedariyên civakî yên gelan û nifşên pêşerojê tê danîn berbiçave;

di van deman de em wek tevgerek berxwedana gerdûnî berê xwe didin şoreşê! WE ARE RISING UP 4 THE REVOLUTION

Em hêzên ku ji azadî û mirovahiyê hez dikin, û em ne tenê xwe li hember van êrîşan diparêzin,lê her wiha alternatîfek ku eme difikirin ava bikin. Em li pey wan hemû kesên ku di tekoşîna mirovatiyê de ne, yê bi rûmet û azadiyê şehid ketin, yên ku canê xwe dane ji bo cîhanek çêtir û bîranînên wan ku em tekoşîna xwe didomînin zindî dibin û riya xwe didomînin.

Em, wekî Women Defend Rojava, komîna enternasyonalîst, û RiseUp4Rojava, ji ber vê yekê ji rojên 18 û 19ê Tîrmehê li dijî metingerî, faşîzm û hilweşandina ekolojî û her cûreyên zilmê bang dikin. Em ê xwepêşandanê bikin, li seranserê cîhanê dagir bikin û asteng bikin, bi şêwazên afirîner protesto bikin û tekoşîna me ya hevbeş a dijî-faşîst bi cepheyekê nişan. Yên ku ji me re jiyana bi rûmet û azadiyê nehêlin, bila bizanin ka em çi difikirin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku tevlî van rojên çalakiyê bibin û wan bi me re parve bikin!

We RISE UP 4 THE REVOLUTION!

Şoreşa li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dê biser bikeve – faşîzm were şikandin.

Bijî hevgirtina navneteweyî!

Scroll to Top