Banga lezgîn ji bo çalakiyan: Faşîstan û hevkarên wan ên navnetewî li herderê têkbibin – #LiHemberîFaşîzmêSerîHildin (#RiseUpAgainstFascism), 10.02.2021

 

Banga lezgîn ji bo çalakiyan – 10.02.2021

Faşîstan û hevkarên wan ên navnetewî li herderê têkbibin – #LiHemberîFaşîzmêSerîHildin (#RiseUpAgainstFascism)

Îro di saetên sibehê yên 10‘ê Şubatê de hêzên dewleta tirk ên faşîst dest bi operasyonekê nû ya berfireh ji bo dagirkirina herêmên nû yên Başurê Kurdistanê kiriye. Bi alîkariya bomberanekê bênavber û balafirên keşifê artêşa tirk a dagirker hêzên xwe bi helîkoteran danîn çiyayên Gare. Gare beşekî ji Herêmên Parastina Medya ye ku ji aliyê gerîlayan ve tê kontrolkirin. Ev demekî êrîşekê bi vî rengî hatibû bendewar kirin, lê hîn zelal nebûbû wê dewleta dagirker yekser berê xwe bide Şengalê, wê operasyonekê nû ya dagirkirinê li hemberî Rojava bide destpêkirin yan jî operasyona xwe ya bi navê „Pençeya Qertalê“ bi awayekî berdewam bikin.

Piştî xitimandina hêzên dagirker û serkeftina gerîla li Heftanînê ev çend mehên dawî ji aliyê dewleta tirk ve hatin bikaranîn da ku xwe ji bo hemleyekî nû amadebike. Ji aliyekê ve hevpeymana Hewlêr-Bexdad li dijî rêveberiya xweser a Şengalê xistin meriyetê û ji aliyê din ve çeteyên girêdayî KDP û malbata Barzanî, yanî hêza Gulan û Pêşmergeyên Roj hatin karanîn ji bo sewqiyatekê leşkerî li ser sînorê Rojava û ji bo avakirina xalên leşkerî navbera herêmên gerîlayan û dorpêçkirina wan. Bi taybetî çiyayên Gare jî, ku niha di van kêliyan de şerekî giran lê diqewme, ji aliyê hêzên KDP ve hate teng û dorpêçkirin. Pîlana esasî ya dewleta tirk ev bû ku şerekî navbera gerîlayên PKK û hêzên KDP bi riya provokasyonan derxîne da ku perçebûn û alozî di nava civaka Kurdistanê de zêde bibe. Ev pîlana wan neçû serî, lê niha bi bikaranîna pozîsyona ku ji berê de nav herêmên KDP de bidestxistibûn û xalên leşkerî ku ji aliyê KDP vê dawiyê hatine avakirin, hêzên artêşa tirk a dagirker bi xwe dest bi operasyona dagirkirinê kirin. Navenda Çapemenî ya HPG bi xwe jî îro daxuyanî da û da diyarkirin ku helîkopterên artêşa tirk ku hêz anîn û danîn herêmê ne ji aliyê bakur ve, lê ji aliyê başur, yani ji herêmên bin kontrola KDP‘ê ve hatin.

Wezareta Parastinê ya dewleta tirk vê sibehê destpêka operasyonekê nû ya derveyî sînorên xwe bi navê „Peçeya Qertalê 2“ ragihand. Hedefa wan eşkere ye: Dixwazin hîn zêdetir Başurê Kurdistanê dagirkbikin, herêma tampon avabikin, herêmên gerîla ji hev qut bikin û darbeyekê giran li gerîla bixin.

Êrîşa li ser Gare divê mîna êrîşekê li ser me hemuyan û li ser tevahî destkeftiyên şoreşê bê fêmkirin. Divê em mîna metirsî û tehdîtekê li hemberî me hemuyan binirxînin. Ti ferq di navbera dagirkirina Efrînê, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, êrîşekê nû li hemberî Rojava yan Şengalê û dagirkirina Gare nîne. Êrîşa li ser Gare dilê şoreşê û dilê berxwedana antî-faşîst li tevahî herêmê dike hedef.

Ji ber vê em bang li herkesî dikin da ku acîl çalak bibin. Li nexşeya me ya hin hedefan jî mêzebikin û bi xwe afrîner û xuliqkar bin! Insyatîfa kolanan têxin destê xwe! Em saziyên faşîst û yên hevkar û destekvanên wan li her deverî: Sabote bikin, Acis bikin û Îşqal bikin!

Bi hevre em li hemberî faşîzm û dagirkerî berxwebidin! Bi hev re emê faşîzma tirk hilweşînin û şorêşê biparêzin!

Komîna Enternasyonalîst a Rojava,

Kordînasyona Kampanya RiseUp4Rojava,

10.02.2021

 

Scroll to Top