Bangawaziya Rojên Çalaki yên Navnetewî 26.11.-28.11.2021

Bangawaziya Rojên Çalaki yên Navnetewî 26.11.-28.11.2021

Faşîzma Tirk hilweşînin û bi gerîla re bibin yek!

#RiseUp4Rojava

Li Kurdistanê berxwedan û têkoşînê mohra xwe li sala 2021‘an dan. Li hemu cepheyan, ji deşta Rojava heta bajar û çiyayên Başur û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe li dijî gel û tevgera azadiyê zêde kiriye. Dewleta Tirk a dagirker li Rojava avê li ser herêmê qut dike, guhertinên demografîk li ser herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ferz dike, bênavber herêmên Şehba, Minbic, Eyn Îsa û Til Temir bombebaran dike û bi operasyonekê nû tehdît dike. Li Şengalê, Rojava û Başur bi balafirên bê mirov (drin û keşif) rêveberên têkoşînê û gelên sivîl ên welatparêz tên hedef û qetilkirin. Ji destpêka vê salê ve artêşa tirk operasyonekê berfireh li ser Herêmên Parastina Medya, ku bi dehan salan ji aliyê gerîla ve tên kontrolkirin, daye destpêkirin. Bi xistina tevgerê ya hezaran leşker û çeteyan, bi top û tankên wan, bombebaranên dijwar û bênavber bikaranîna keşif ew hewldidin pêşde werin. Tev zor û zehmetiyên herî dijwar û bikaranîna gazên kîmyawî ji aliyê dewleta tirk ve, hêzên gerîlayên azadiyê ji destpêka salê heta vê kêliyê berxwedanekê bêhempa ya serkeftî didin meşandin. Ji Metîna û Heftanînê heta Zap û Avaşînê îro dîrokekê lêhengiyê ya berxwedanê tê nivîsandin, gellek jin û zilamên herî hêja canê xwe dan û şehîd ketin û qasî vê jî rojane cane xwe dixin xeteriyê ji bo yek hedefekî: Hilweşandina Faşîzma Dewleta Tirk!

Faşîzma Tirk bi piştgiriya ku navnetewî distîne li ser linga ye. Şêwazê ku destek jêra tê dayîn carna vekirî û aktîf e, lê carna jî veşartî ye û carna jî pasîf e. Çi be jî, ev piştgirî dibe sedema berdewamiya hebûna wê, dibe sedema berdewamiya dagirkerî, kedxwarî, kuştin, talan û şer di herêmê de. Bi hev re em dikarin hikûmeta AKP-MHP bixînin – heger em bi mil bi mil bi gerîla re bin û ji bo Rojava serîhildin, heger em zext li ser hemu sazî, şîrket û kesayetên ku ji faşîzmê feyde digirin, vê demê rojên dawî yên rêjîma Erdoğan dê werine hejmartin.

Dagirkeriya li ser Efrînê hedef bikin

Ji Adara 2018‘an ve Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiye de ye. Ji vê çaxê ve dewleta Tirk hemu dewlemdiyên Efrînê talan dike. Yek ji mînakên herî berbiçav zeytûnên Efrînê ne û zeyta ku jê tê çêkirin. Ev zeyt ku hatiye dizîn û berhema dagirkeriyê ye îro li seranserî cîhanê tê firotin. Lêkolîna me derbare vê mijarê mêzebikin (https://riseup4rojava.org/face-the-robbery-of-efrins-resources-and-the-responsibles) û bibînin li kuderê di welatê we zeyta Efrînê ji bo fînanse kirina çeteyên îslamîst û dagirkeriya tirk tê firotin. Li ser vî esasî çalakî bikin û afrîner bin da ku em dawî li lê bînin!

Endustriya Navnetewî ya sîlahan hedef bikin

Salên dawî hin şîrket û hikumet îlankirin ku nema silah difroşin Tirkiye, lê di encam de hîn jî gellek sîlah û teknolojiya pêşketî ji dewleta Tirk re tên dayîn. Em dixwazin dawî li vê sucê bînin: Cih û ofîsên Endustriya Sîlahan bisekinînin, sabote û îşqal bikin. Ji bo vê li nexşeya me ya hedefan binêrin û li gorî vê çalakiyên xwe pêşbixînin: https://riseup4rojava.org/take-action/ û https://riseup4rojava.org/weapon-industry/

Piştgiriya siyasî û dîplomatîk ji bo faşîzma tirk bikin hedefek

Meşruyet û rewabûna xwe rêjîma Erdoğan ji desteka siyasî û dîplomatîk a navnetewî distîne. Di nava gelên Tirkiye û Kurdistanê de Erdoğan ji zû ve rewabûna xwe ji dest daye. Hûn li ku jiyan bikin hin partî yan saziyên siyasî yan eşkere yan jî veşartî destek didin Erdoğan û rêjîma wî ya faşîst. Wan deşîfre bikin, teşîr bikin û ji bo hevkariya xwe bi faşîzmê re poşman bikin.

Bikaranîna silahên kîmyawî ji aliyê artêşa tirk ve mehkûm bikin

Di demên borî de dem bi dem li hinek cihan dewleta tirk silahên kîmyawî bikaraniye, lê ji destpêka îsal ve bi awayekî rojane li hemberî gerîla tê şixulandin. HPG gellek caran li ser vî esasî ji bo hatina heyetên navnetewî yên lêkolînê û ji bo mehkumkirina van kiryaran bang li civaka navnetewî kiriye. Diyare ku bikaranîna silahên kîmyawî li dijî gerîla sebebekî xwe heye, ev jî têkçûna artêşa tirk li ser erdê ye. Nikare pêşde were û ji bo vê wekî çareya dawî ji bo xwe gaza kîmyawî li hemberî gerîla bikartîne. Dewleta Tirk sucê li dijî mirovahiyê pêktîne, ji bo em dawî lê bînin divê em piştgirî bidin bangawaziya HPG. Her wiha ji bo hûn yekser piştgirî bidin hûn dikarin alîkarî bidin kampanya maskên gazê: https://widnet.org/

Bi gerîla û gelên berxweder re bibin yek

Gerîlayên azadiyê, hêzên YPG û YPJ, gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê bi her tiştî xwe li berxwedidin. Em divê bibînin ku îro hêviyên me yên têkoşînê li ser asta cîhanî bi vê şoreşê ve girêdayî ne. Her binkeftinek li wir wê hemu têkoşînên me neynî bandor bike, lê di heman demê de jî her serkeftinek li wir, ew ê hêz û quwet bide tevahî têkoşînên me yên li dijî faşîzm û ji bo azadiyê li seranserî cîhanê.

Bi gerîla re bûyîn tê wateya bi PKK‘ê re bûyîn e

27‘ê Mijdarê dibe salvegera 43‘êmîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK). Em hemu rêhevalên nava têkoşînê û gelê Kurdistanê li ser vî esasî pîroz dikin û em bang li her kesî dikin ku piştgiriya xwe ji bo PKK di vê rojê de bidin îfade kirin. Têkoşîna PKK‘ê têkoşînêkê meşrû û rewa ye, ji bo xwe-rêveberî û azadi ye û heq dike ku ji aliyê gelên bindest ên cîhanê ve were destek kirin.

Li ser van bingehan em bang li her kesî dikin ku li welatên xwe beşdarî rojên çalakiyan di 26, 27 û 28‘ê Mijdarê bibin. Afrîner bin! Piştgiriya xwe bi berxwedana antî-faşîst li Kurdistanê nîşan bidin!

Bi hevre em ê Faşîzma Tirk hilweşînin! Em ji bo Rojava Serî Hildidin û destê xwe didin gerîlayên azadiyê!

#SmashTurkishFascism

#RiseUp4Rojava

#StandWithGerîla

Koordînasyona Kampanya #RiseUp4Rojava, Mijdar 2021

Scroll to Top