Bangawaziya çalakiyan li hemberî êrîsên li ser herêmên parastina Medya, #UniteInResistance #SmashTurkishFascism, 24.04.2021

#UniteInResistance (di bexwedanê de bibin yek) hemberî faşîzim û dagirkerî! #SmashTurkishFascism (Faşîzma Turk hilweşînin) û hevkarên wê li her deverê têkbibin!

Bangawaziya çalakiyan li hemberî êrîsên li ser herêmên parastina Medya

#UniteInResistance (di bexwedanê de bibin yek) hemberî faşîzim û dagirkerî! #SmashTurkishFascism (Faşîzma Turk hilweşînin) û hevkarên wê li her deverê têkbibin!

Di şeva derbasbûyî de (Roja Înê di 24 re Nisanê) artêşa faşîst ya dewleta Turk êrîsên bejahî li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zap ê de, da destpêkirin ji bo herêmên nû yên Başûrê Kurdistanê dagirbikin. Piştî ku li herêma Avaşînê, Mamreşo hatiye bombarankirin vê carê leşkerên xwe bi helîkopteran di bejahiyê de bi cih kirin.

Bi bombardûmanê û leşkerên di bejahiyê de erişên xwe berferehtir kirin heta Metîna piştre jî heya herêma Zap ê. Gerîla di keliyê de bersiva hewildana wan ya dagirkirinê dan û darbeyên mezin li faşîstên Turk dan.

Avaşîn, Metîna û Zap herêmên parastina Medya ku di bin kontrola Gerîla de ne, û girîng e em bal bikşînin û fambikin, her êrîşên ku li ser herêmên parastina Medya tên pêkanîn heman demê êrîşên li ser tevahî Şoreşê û Rojava ye jî , li ser tekoşîna li hemberi faşîstan di Kurdistanê deye, dîsa li ser hemû herêman e, û li ser me hemûyan e.

Ev êrîş û hewildana dagirkirinê ya dewleta faşîst a Turk berdewamiya êrîşên li ser Garê ku berî çend mehan û êrîşên li ser Haftanînê yên sala par, berxwedaniya bi qehremantî ya Gerîla û destekdayîna gerdûnî ya rêxistinên şoreşgerî binkeftina faşîstan pêkanîn.

Armanca dewleta Turk ya faşîst diyare û heya niha nehatiye guhertin: dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin, ji bo ku bikaribin di navbera Bakur Başûrê Kurdistan de herêma tampon avabikin, ew jî ji bo derbasbûna Rojava û dagirkirina Şengalê hêsantir bikin, dîsa darbeyên giran li Gerîla bixin ji bo îradeya wan bişkînin. Ev hemû tişt jî bi erêkirina dewletên yekbûyî, Ewrûpa yê hêzên din pêk tên. Berî vê di demekî kurt de dewletên yekbûyî pêşniyara xwe ya çend milyon dolar di berdela Cemil Bayîk, Dûran Kalkan û Murat Karayîlan nû kir, sê şoreşgerên Kurd û kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiyê, ev jî dide diyarkirin ku hêzên Enternasyonal fikir û piratîk kirina şoreşê, ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêktînin, dixwazin hilweşînin!

Weki berê li Zap, Haftanîn û Garê Kurdistan goristana faşîzmê ye!

Em bangewazî li her kesî dikin zû bikevin tevgerê! Insiyatîf bigrin, biherikin kolanan, tevlî çalakiyên li derdora xwe bibin û çalakiyan bi rêxistin bikin. Neqşerêya herêmên ku di hedefa dagirkirinê de ne li ser rûpela RiseUp4Rojava binêrin!

Destek bidin û tekoşîna hevpar ya bi Gerîla re xurtir bikin, weki ku berî du mehan me li hemberî êrîşên li ser Garê nîşan da! Garê serkeftina me ya hevpar bû, vê carê jî emê dîsa bi hevra biserbikevin!

#UniteInResistance (di bexwedanê de bibin yek) hemberî faşîzim û dagirkerî! Bi hevra emê faşîzma Turk hilweşînin û parastina şoreşê û berhemên wê bikin! #SmashTurkishFascism

Wê şoreşa Rojhilata Navin bi serbikeve – Wê faşîzim hilweşe!

Komîna enternasyonal a Rojava,

Jinên ciwan yên enternasyonal,

Kordinasyona Kampanya RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabin)

24/4/2021

Scroll to Top