Bangawazi: Hefteya çalakiyên navnetewî ji 1’ê heya 8’ê Mijdarê 2020

Ji Kobanê heta Cîhanê: Li dijî faşîzmê Serî Hilde

Dakevin qadan û kolanan ji bo hefteya çalakiyên navnetewî ji

1’ê heya 8’ê Mijdarê 2020

Roja Cîhanê ya Kobanê û Şoreşa Rojava

Di dîroka 1’ê Mijdara 2014’an de bi milyonan însan li seranserî cîhanê derketibûn qadan û girêdan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana leheng a Kobanê dan diyarkirin. Bi milyonan jin, zilam, kal û ciwan, însanên pêşverû bi rengên xwe yên cûr bi cûr dengê xwe kirin yek, li cem gelê Rojava sekinîn û piştgiriya şerê li hemberî hovitiya çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Dema ku şervanên YPJ û YPG rê li pêşiya taritiyê girtin û mirovatiyê mal bi mal, kolan bi kolan li Kobanê parastin, cîhanê bi baldariyekê mezin pêşketinên li ser erdê dişopand.

Berxwedana dîrokî ya Kobanê, ku bû destpêka dawiya zilma DAÎŞ’ê li ser gelên herêmê, tevgerekê berxwedêr û têkoşînê bû ku di asta global de mezin bû û îro bi rêxistin dibe, sînoran derbas dike û hêviyê diparêze. Şoreşa Rojava bû hêvî û îlhama gel û têkoşînên azadiyê li seranserî cîhanê. Wê demê û îro jî, ya ku li Rojava tê parastin ji axa wê, bajar û gundên wê zêdetir e. Bi Rêveberiya xwe ya Xweser civakên Bakurê Suriye mînakekê ji bo pêşerojekê azad û demokratîk li Rojhilata Navîn afirandin. Ruxme kaos, wêranî û şer, li ser bingeha hevjiyana tevahî netew û baweriyan, têkoşîna azadiya jin, jiyanekê û aboriyekê ekolojîk û şêwazekê demokrasiyekê radîkal, sîstemekê alternatîf ji bo çareserkirina qeyran û krîza heyî li Bakurê Suriyê pêşdikeve.

Bi nêzikatiya xwe ya çareserkirina pirsgirêkên civakî şoreşa Rojava şewqa êdî sînorên Rojhilata Navîn jî derbaskiriye. Di demekî de ku her kes li seranserî cîhanê li pey lêgerîna bersiv û çareseriyên nû ye, di demekî de ku her kes li derketinekê ji taritiya kapîtalîzmê ku mirovatî ketiye nav digere, gelên Rojava bersivên guncaw û pêkane pêşkêşî pirsên herî esasî yên serdema me dikin.

Çi li hemberî qirkirina jinan, çi li dijî talan û wêrankirina hawîrdor û xwezaya me, çi li hemberî kuştin û şîddeta nîjadperest ên polîsan, çi jî li dijî mezinbûn û pêşveçûyîna faşîzmê li ser asta herêmî û cîhanî – li seranserî cîhanê bi sedhezaran û milyonan dadikevin qadan û acisbûn û nerazîbûna xwe nîşan didin. Li hemû aliyên cîhanê dengê berxwedanê li dijî sîstemekê ku mirovatiyê di bin zilma xwe de fetisandiye bilind dibe. Şoreşa Rojava jî di vê çarçoveyê de bi temamî wate û girîngiya xwe dibîne. Ruxme astengî û zehmetiyên mezin, di nava şer û dema Vîrusa Korona de gelên Rojava/Bakurê Suriyê jiyana xwe ya alternatîf roj bi roj avadikin û îspatdikin ku cîhanekê din mumkin e. Jiyanekê derveyî zilma dewletê û kedxwariya kapîtalîst, xweser û azad li wir gav bi gav dibe rastî. Bi vî rengî Şoreşa Rojava hêviya jiyanekê bi rûmet, edalet û azad di sedsala 21’êmîn de nava xwe dihewîne û temsîl dike.

Li Kurdistanê Şer û Berxwedan

Lêbelê, xwerêveberiya gelan mîna stiriyekê di nav çavên desthilatdarên herêmê û hêzên emperyalîst de ye. Ew dixwazin vê herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayîn bikin. Bi riya embargoyekî ji hemu aliyan ve, ji dervehiştin û înkarkirina siyasî û dîplomatîk, bi konseptekê berfireh a şerê taybet û psîkolojîk hewldanên mezin hene da ku herêmên rizgarkirî bikevin nava krîzekê mezin û bi vî awayî bibin muhtacê hêzên dîtir. Dewleta Tirk a faşîst û dîktatorê wê Erdoğan bi hemû hovitî û dijwartî êrîşî şoreşa Kurdistanê li Tirkiye, Suriye û Iraq dikin. Ji 2016’an ve artêşa dagirker a tirk û çeteyên wan ketin hundirê herêmên rizgarkirî û ji vê demê heya niha ve beşekî mezin ji Bakurê Suriye, ji Efrîn heya Serêkaniyê dagirkirin. Lê êrîşên faşîzma tirk bi Bakurê Suriyê ve sînordar nînin. Li kuderê kurdekî xwedî îrade û azad hebe, li kuderê însan û gelên têkoşer, serbixwe û azad hebin rejîma Ankara mudexele dike, lêdide û hewldide bişkîne.

Bi heman awayî li Bakurê Iraqê/Başurê Kurdistanê dagirkerên tirk bi salan destdirêjiyê dikin, hewldidin axa wir dagirbikin û di Hezîrana îsal de êrîşekê berfireh li ser herêma Heftanînê dan destpêkirin. Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan, PKK li hemberî wan hewldanên dagirkirinê di nava berxwedanekê bêhempa de ne, da ku hêzên faşîst bisekinînin û axa Başurê Kurdistanê biparêzin. Li wir Wargeha Ş. Rustem Cudî, yani kampa koçberan a Mexmurê ku xwe birêve dibe û çiyayên Şengalê jî di hedefa faşîzma tirk de ne û ji hewayê ve têne bomberduman kirin. Şengal, cihê ku gelê êzidî ji çaxa rizgarkirinê ji çeteyên DAÎŞ’ê jiyan û qedera xwe bi destê xwe girtin û rêveberiyekê xweser ji xwe re mîna li Bakur û Rojhilatê Suriyê avakirin. Hedefa Dewleta Tirk a faşîst tenê dagirkirina cihekê nîne, lê dixwaze bi tevahî şoreşê tunebike, hêviyên azadiyê hilweşîne û îradeya gelên têkoşer bişkîne.

Faşîzma Tirk metirsiyekê cîhanî ye – têkoşîna li dijî wê divê cîhanî be

Şerê dagirkeriyê ku li dijî gelên herêmê bi navê “têkoşîna li hemberî terorîzmê” pêşxistin, bê alîkarî û piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî ku ji aliyê hevkarên Dewleta Tirk NATO û Rusya jêra tên bi ti awayî ne gengaz/mumkîn e. Bê piştgiriya ji derve, bê milyonan pere ku ji Yekitiya Ewrupa jêra tên, bê sîstemên sîlahan ji Almanya, Îtalya, Amerîka û gellek dewletên dîtir, û bê meşruyeta siyasî ku faşîzma tirk ji hevkarên xwe digire, ev rêjîma faşîst û zilmkar wê ji zû ve biketa. Li Tirkiye, Kurdistanê, Suriye, Iraq, Libya, Behra Spî û hwd. – Li herderê heman tişt: Sîstema faşîst a ku îro tenê gelê kurd û gelên Tirkiye nexistiye nav qefesê lê her ku diçe dibe metirsiyekê mezintirîn a cîhanî, ev sîstem bi alîkariya navnetewî li ser piya ye û ji ber vê jî têkoşîna li dijî wê divê navnetewî be. Hevkar û alîgirên şerê li dijî şoreşê, yên ku bi qetlîam û xwînrijandinê, bi talan û kolekirinê dewlemend û zengîn dibin li welatên “ewle” runiştîne û roj bi roj sûd ji kuştina gelan werdigirin. Dema wê hatiye ku yên berpirsyar werin bi navkirin û hesaba pêwîst ji wan were xwastin.

Ji bo pêşerojekê baştir li seranserî cîhanê: Li hemberî faşîzmê Serî Hilde

Em ê temaşe nekin dema ku hewldidin hêviyên me bifetisînin û ji ber vê em di navbera 1’ê heya 8’ê Mijdarê de ji bo hefteyekî berxwedanê ya navnetewî bang dikin. Wekî ku em dizanin têkoşîna li dijî faşîzmê û ji bo cihanekê din, gava ku em yekbin wê biserbikeve. Em piştgiriya xwe ji bo gelên têkoşer ên Rojavan nîşan bidin û di 1’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Kobanê de li her deverî biherikin qadan. Ji 2’ê heta 5’ê Mijdarê em li ser mijar, hedef û têkoşînên me yên hevbeş hevgirtina xwe xurt û mezin bikin. Ji 6’ê heya 8’ê Mijdarê em bang dikin da ku bi awayekî nenavendî cihên hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk bibin hedefa me û em karê wan sabote bikin, bidin sekinandin.

Em ji bo hefteyekî hevgirtina navnetewî, hefteyekî ya xurtkirina têkoşîna antî-faşîst, hefteyekî çalakiyan li dijî zilma faşîst, kedxwariya kapîtalîst û wêrankariya emperyalîst bang li her kesî dikin.

Ji bo Rojava Serî Hilde – Rise Up 4 Rojava – Li dijî faşîzmê Serî Hilde

Kampanya „RiseUp4Rojava“

Scroll to Top