PIŞTGIRÎ BIDIN – LI HEMBERÎ FAŞÎZMA TIRK BISEKININ Û DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANÊ

Ji hemu dostên têkoşîna azadiya Kurdistanê re, ji tevahî antî-faşîst, femînîst, anarşîst, komûnîst, ekolojîstan re û ji her kesî ku ji bo jiyan û dunyayekî xweştir têkoşîn dike re. Ji raya giştî û ragihandinê re:

Ji 14‘ê Nîsanê ve dewleta tirk carekê din êrîşên xwe yên dersînor li hemberî qadên rizgarkirî yên Herêmên Parastina Medya li Başurê Kurdistanê zêde kiriye û bi vî rengî destpêka hemleyekî nû da. Di 17‘ê Nîsanê de rêjîma Erdoğan-AKP vê hemleya xwe ya nû bi navê „Kilîta Pençeyê“ ragihand. Ji vê rojê ve hêzên taybet û leşker ji bejahiyê ve bi hemu hêza xwe ve hewldidin têkevin herêmên Zap, Avaşîn û Metîna. Bi desteka hewayî, yani bi dron û keşifan, bi bombebaran û balafirên şer, bihelîkopteran, sîlahên giran û gaza kîmyewî ve, leşkerên dagirker hewldidin bikevin herêmê. Ne tenê ji aliyê Bakur ve, lê ji aliyê Başur ve jî bi desteka PDK, ku eşkere hevkariya dagirkeriyê dike, ev êrîş pêktê. Li gorî agahî û nûçeyên ku ji herêmê tên, her wiha li gorî daxuyaniyên HPG‘ê ve şerên dijwar di van rojên dawî de bi taybetî li Zapê û Avaşînê rûdan û şer bi hemu germahî didome. Di heman demê de êrîşên li ser Rojava, bi taybetî di cepheyên Til Temir, Ayn Îsa û Zirganê de zêde bûn, DAÎŞ‘ê hewldide hemleyên nû li dijî gelên herêmê pêşbixîne û artêşa Iraqê jî li Şengalê di rojên destpêkê de êrîşî hin noqteyên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê kir. Ev êrîşa nû ya dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê li dijî tevgera azadiya Kurdistanê divê di nava çarçoveya konseptekê berfirehtir de û wekî berdewama şerê çend salên dawî were fêmkirin. Ev şer ji Soreşa Rojava ve ne qut e, lê yekser bi hevdu re girêdayî ye. Ev şerê ku li hemberî têkoşîna azadiyê tê pêşxistin di heman demê de jî yekser ji aliyê NATO-DYE ve hatiye erêkirin û tê destek kirin û diyare ku dixwazin encamê bigirin heta ku çavên dunyayê hemu li Ukranyayê bin. Sala borî artêşa tirk bi mehan rojane silahên kîmyawî li hemberî gerîla bikaranîn û lazime em bibînin ew ê nesekinin, lê dê êrîşên kîmyawî û gaza jehrî di vê pêvajoyê de li ser hevalên me yên gerîla zêde bikin.

Ji destpêka îsal ve amadekariyên Tirkiye ji bo tunekirina hêviyên azadiyê ya gelê kurd di şexsê gerîla de berdewam bûn: Di serî de bi hevkariya DAÎŞ‘ê ve hewldan di meha Çilê de bi hezaran girtiyê DAÎŞ‘ê ji zindana Hesekê derxin, da ku herêmên Rojava (Bakur-Rojhilatê Suriyê) bikevin kaosê. Di encam de hefteyekî zêdetir şerekî giran qewmî û hewldana wan ji aliyê şervanên Rojava ve hate têkbirin. Her wiha ji serê salê ve êrîşên bi dron û keşifan ve li ser Rojava û Şengalê zêde bûn. Bi hevkariya PDK û hikumeta Iraqê ve dîwar di navbera Rojava û Şengalê tê lêkirin, herêmên têkoşînê ji hev tên qutkirin û dorpêç kirin û xuyaye ji aliyekê ve artêşa Iraqê li Şengalê û ji aliyê din ve PDK li Başur amadekariya xwe kirin da ku bi xwe jî yekser bibin aliyekê şer. Hedefa wan diyar e: Dixwazin her mirovek ku di jiyan û vînekê azad û bi rûmet de îsrardike tasfiye bikin, ji bo vê jî hedefa esasî dilê berxwedanê, yani quweta gerîla, ye.

Ji bo parastina Şengalê û gelê êzidî, ji bo parastina Rojava û şoreşê, ji bo parastina hêviya pêşerojê û ji bo têkbirina faşîzmê divê em helwest bigirin! Em bang li we dikin da ku dakevin kolanan û li hemberî faşîzma tirk, saziyên wan û hevkarên wan li herêmên we çalakî bikin! Xwe rêxistin bikin û afrîner bin! Piştgiriya xwe bi berxwedana li dijî faşîzmê bidin diyar kirin!

Em faşîzma tirk hilweşînin #SmashTurkishFascism û bi hev re cepheya enternasyonal a antî-faşîst înşa bikin #AntiFascistFront! #UniteInResistance

 

Koordînasyona Kampanya RiseUp4Rojava – 20.04.2022

 

Scroll to Top