Bangawazi: Ruhê 15’ê Tebaxê zindî ye!

Ruhê 15’ê Tebaxê zindî ye!

Di berxwedanê de bi têkoşîna lehengî ya azadiyê ya Gerîla re bibin yek!

Bikevin çalakiyan û em bi hev re faşîzma Tirk bişikînin

15’ê Tebaxê ne tenê dîrokek e. Ev 37 sal in, girîngiya wê ya dîrokî li seranserê Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û derveyî wê tê bi bîranîn. Ew ne tenê rojek girîng destnîşan dike, lê serdemek hêvî, berxwedan û tekoşîna şoreşgerî daye destpêkirin ku di tekoşîna rojane ya li Kurdistanê de berdewam dike û zindî dibe, îlhamê dide mîlyonan li çar aliyê cîhanê!

15 Tebaxa 1984 destpêka şerê çekdarî û şerê gerîla yê Tevgera Azadiya Kurd e, dema ku hêzên PKKê – piştî amadekariya bi salan – êrişî qereqolên polîs û leşkerî li Erûh û Şemzînanê yên li Bakurê Kurdistanê kirin, bersivek diyarker ji kolonyalîzma Tirk re dan û xalek girîng a zivirandinê li atmosfera wê demê ya bê hêvîtî û têkçûnan nîşan dane. Çalakiyên biryardar ên komeke piçûk a bi pêşengiya Şehîd Agîd (Mahsum Korkmaz), li dijî faşîstên Tirk, atmosfera têkçûnê şikand û mîrateya berxwedana zindana ya qehreman a 14’ê Tîrmeh 1982 berdewam kir. Li Tirkiyê, piraniya tevgerên şoreşger û dengên muxalîf an hatin perçiqandin an jî wan penaberiyê tercîh kirin.

Lê berxwedana li zindana Amedê ya di sala 1982’an de û çalakiyên bi biryar ên 15’ê Tebaxa 1984’an faşîst hejandin û destpêka pêvajoyeke şoreşgerî ya ku îro jî didome nîşan dan!

Çalakiya komek piçûk di demek kurt de veguherî têkoşîna mîlyonan. Serhildanên girseyî yên salên 1990’î, destkeftiyên di qada siyaseta demokratîk û şoreşa Rojava de – eger pêngava 15’ê Tebaxê neba ev hemû ne mumkun bûn. 15’ê Tebaxê ne salvegerek ji rêze ye an tenê rojek bîranînê ye; Pêngava 15’ê Tebaxê xala destpêkê ya pêvajoya şoreşê ya niha li herêmê belav dibe; rojek e ku em soza xwe ya domandina têkoşîna şoreşgerî bi biryardarî her roj nû bikin!

Ruhê berxwedana bi biryar a 15’ê Tebaxê di berxwedana rojane ya gerîlayan a li dijî Faşîzma Tirk de fedekarî û qehremaniya herî mezin e, tê temsîl kirin. Gerîla zêdeyî 100 roj in dîrokeke din a destanî dinivîse, ji 23ê Nîsana îsal ve bi qehremanî li berxwe dide û şoreşa li Rojhilata Navîn û derveyî wê li dijî êrîşa topyekûn a dewleta faşîst a Tirk a li ser herêmên di bin kontrola gêrîlayan Metîna, Zap û Avaşînê diparêze. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya Tirkiyeyê ji bo şikandina vîna azadî û berxwedana gelê Kurd û hemû hêzên antî-faşîst ên li herêmê, ev bi taybet 6 sal in, di çarçoveya konseptek şênber, her tişt kir. Erîşa topyekûn ya dewleta faşîst a Tirk berdewama şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê yên di salên 2015 û 2016’an de, dagirkirina Efrînê di 2018’an de, Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019’an de, her wiha şerên êrîşkariyê yên li dijî gerîla li herêmên Xakurkê û Heftanînê. Em nikarin têra xwe teqez bikin: Li piştgirtin û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava tê wateya ku li pişt ruhê berxwedan û biryardariya şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê jî girtin û parastina têkoşîna lehengî ya gerîla ye.

Faşîzma Tirk nikare bi tena serê xwe tevbigere. Şoreşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn her roj ji aliyê dewletên oportunîst û emperyalîst ên cîhanê, bi taybetî DYA, Ewropaya Rojavayî û dewletên din ve tê êrîş kirin, ku bi hevkar û sûdmendên sermayedar re bi desteka teknolojî, leşkerî, darayî, siyasî, û piştgiriya dîplomatîk êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gengaz dikin.

Ji ber vê yekê, wekî hêzên antî-faşîst û şoreşger, girîng e ku em hevgirtina xwe bidomînin, û parastina şoreşê bi çalakiyên li dijî hemû cihên hevkariya leşkerî, dîplomatîk û aborî ya faşîzma Tirk li welatên me û li çar aliyê cîhanê bikin.

Em bang li her kesî dikin ku di berxwedanê de bibin yek!

Bi çalakiyên afirîner derkevin kolanan!

Asteng bikin, Bêzar Bikin, Dagir Bikin.

Li ser malpera RiseUp4Rojava nexşeya hedefan binihêrin!

Bi rihê berxwedana 15’ê Tebaxê û bi têkoşîna gerîla re em ê faşîzma Tirk têk bibin, Kurdistanê biparêzin û jiyana azad ava bikin.

Şoreşa li Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve – faşîzm wê were pelçiqandin.

Bijî hevgirtina navneteweyî!

Komuna Enternasyonalîst a Rojava

Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst

Kampanya RiseUp4Rojava

Scroll to Top